Ka carekedin bibêje te got ez diçim welat!
Ev mizgîniya te wekî şekrokê di destê zarokan de şêrîn e.
Ê de here û heta tu werî bila ronahiya rojê bi te re be.
Ji bîr neke tûrikek mezin bi xwe re bibe ji bo qewîtiyên min.
Dema tu gihîştî Cizîra Botan xwe di nav axa wê de vegevize
û axa wê du caran maç bike; carek ji bo min, carek ji bo xwe.
Ji bîr neke here serdana pîrozgeha Mem û Zînê jî
ji wan re bibêje tovê evîna we şîn daye.
Lê qewîtiya min ji bîr neke her tişta tu lê binêrî du caran lê binêre
carekî bo min û carekî bo xwe.
Li her tiştî binêre heta li mişkan û heta li tepikan jî binêre.
Li her qulê bigere lingek te bo min û yek bo te.
Teqez tu ji bîr nekî here ser tenûran jî, bi nanê tenûrê re destê dayikan jî maçî bike.
Lê li hinek piste pista li ber tenûran jî guhdar bike, guhek te bo min yek bo te.
Bizane ew piste pist nûçeyên welatê min û te ne.
Îcar ber êvaran li ber çemê Dîcle rûne û li avê temaşe bike.
Dema te dengê zarokên Cizîrê bihîst tûrikê xwe veke
û tije dengê zarokan bike û ji min re bîne.
Lê divê tu gelek caran li Çiyayê Cûdî binêrî.
Dema tu li kolanên Cizîrê geriyayî silavan li her kesî bike.
Pisîkên li wan kolanan maç bike, destê xwe li ser kevirên Cizîrê re bigerîne û tewaf bike.
Ha hêj min ji bîr nekirî ez ji te re bibêjim.
Here li ser pîrozgeha Melayê Cizîrî û li wir tobe bike.
Li ser wêjeya kurdî tobe bike, tobeyek bo min û tobeyek bo xwe.
Dema tu vegeriyayî ez ê ji te re bibêjim Hecî.
Bo ku çûyîna te ya Cizîrê pîroz e, wekî pîroziya Berê Reş.
Tu dizanî qibla min welat û pîrozgeha min Cizîra Botan e.
Hevalê min ez heta sibê bibêjim xilas nabe, bila xîreta te hebe.
Herî dawî berî ku tu werî têr û têr li dengbêjên Botanê guhdarî bike.
Bila guhên te tije dengên wan be
da ku li vir bi bihîstina dengên wan hişê min were serê min.
Lê heval ez vê qewîtiyî jî ji te re nebêjim nabe.
Bila xêra te be hinek sîrika koçeran bi xwe re bîne
da ku ez van êşên xerîbiyê bi tama sîrikê sax bikim.
Ê de oxir be heval heft xwezî li te ku tu dibî rêwiyê welat
bo çûyîna warê pîroz.
Nîşe: Nivîs diyariya bo Cejna Zimanê Kurdî ye.
14.05.2024 Saet 05:30, Swîsre
Ji bo guhdarîkirinê:


